DYA'yê Lîwaya 30'an a Heşdî Şeebî xist
DYA'yê Baregeha Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şeebî ya li bakurê deşta Nînowayê xist. Her wiha navenda Vîktorya ya li Bexdayê jî hate bombekirin.
DYA'yê Baregeha Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şeebî ya li bakurê deşta Nînowayê xist. Her wiha navenda Vîktorya ya li Bexdayê jî hate bombekirin.
Îşev careke din Baregeha Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şeebî ya li navçeya Qelat ya ser bi Deşta Nînowa ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hate hedefkirin.
Hate ragihandin ku di vê êrişê de ti ziyanên canî pêk nehatine. Berî niha jî heman lîwa hatibû hedefkirin.
Li gorî çavkaniyan di saetên şeve de careke din bi dronan êrişî navenda Vîktorya ya li Balafirxaneya Bexda ku navendeke taybet ya hêzên hevpeymaniyê ye hatiye hedefkirin. Heta niha derbarê encamên êrîşê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.